Kanala ROJAVA TV

XELKÊN QAMIŞLO PÊDIVIYÊN DIBISTANÊ JI ZAROKÊN XWE RE DIKIRIN

Xelkê Herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi kirîna pêdiviyên dibistanan ji bo zarokên xwe re kirin.
Kamereya Rojava TV serdana sûka bajarê Qamişlo kir û atmosfer ji nêzîk ve şopand.
Tevî bilindbûna nirxan jî, lê welatî li gorî dahata xwe pêdiviyan ji bo zarokên xwe re dikirin.

Bi hatina sala xwendinê ya nû li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, welatî ji bo kirîna pêdiviyên dibistanan ji zarokên xwe re, berê xwe didin sûkê.

Tevî ku nirxê pêdiviyên dibistan buha ne jî, lê welatî li gorî dahatên xwe, pênûs, lênûs û çenteyan dikirin.

Xwediyê dikaneke pêdiviyên dibistanan Mihemed Elî ji rojava tv re got, ji ber buhabûna nirxan, îsal weke salên derbasbûyî daxwaz li ser pêdiviyên dibistanan tune ye.

Dayîkeke ji Qamişloyê ku serdana sûkê kiriye, dibêje çiqas nirx buha bin jî, lê ew ê ji bo zarokên xwe pêdiviyan bikirin.

Li gorî amarên desteya perwerdeyê dê Îsal li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 900 hezar xwendekar li 4 hezar û 100 dibistanên proseya xwe ya xwendinê bibin serî. Dewam fermî ya destpêkirina dibistanan jî 8’ê mehê dest pê dike.