Kanala ROJAVA TV

KARVEDANÊN LI HEMBER ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ YÊN LI DIJÎ HERÊMÊ ZÊDETIR DIBIN

Welatyên bajarê qamişlo êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê şermezar dikin û dibêjin dewleta tirk a dagirker dixwaze dîroka Osmanî ya desthilatdar vegerîne.

Di demekê de ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşketinên giring çêdibin û projeya neteweya demokratîk berfirehtir dibe, dewleta tirk a dagirker êrîş û gefên xwe yên li ser herêmê zêdetir dike.

Dagirkerî di êrîşên xwe de binesaziya herêmê, pêşengên şoreşê û welatiyan hedef digre.

Derbarê mijarê de welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku dewleta tirk a dagirker dixwaza dîroka Osmanî ya desthilatdar careke din vegerîne.

Her wiha welatiyan dan zanîn ku dewleta tirk a dagirker bi hemû awayan êrîşî herêmê dike û cudahiyê naxe navbera jin, zarok û temen mezinan de.

Herî dawî dewleta tirk a dagirker bi balefirên bê mirov girtîgeha Ûm Elfirsan ya li rojhilatê bajarê Qamişlo kir hedef û di encamê de rêveberê hêzên ewlekariya hundirîn Dijwar Qamişlo şehîd bû.