Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINA STÊRK LI ŞEHBAYÊ JI BO BAŞKIRINA REWŞA ZAROKAN DIXEBITE

Rêxistina Stêrk a kantona efrîn û şehbayê bi rêya xebatên xwe hewl dide bandorên şer li ser zarokan kêm bike û jêhatiyên wan bi pêş bixe.

Li kantona Şehbayê sê navendên rêxistina stêrk heye, li kampa serdem berxwedan û bajarokê ehdas.

Rêxistina Sterk bi xebatên xwe armanc dike ku jêhatîbûn û behreyên zarokan bipêş bixe her wiha bandorên şer li ser zarokan kêm bike.

Di heman demê Rêxistina Stêrk bi riya waneyên bi zimanê alfebeya kurdî û erebî zarokan fêr dike.

Rêvebera Rêxistina Stêrk a kantona efrîn û şehbayê Bedîa Muslim ji Rojava TV re behsa karûxebatên rêxistinê kir.