YEKÎTIYA DERMANXANEYAN Û TEV-DEM’Ê SEKTORA TENDURISTIYÊ NÎQAŞ KIRIN
Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM bi hevkariya Komîteya Têkiliyan ya Yekîtiya Dermanxaneyan derbarê girîngiya Dîplomasiyê di pêşxistina Sektora Tenduristî û Dermansaziyê de semînerek li Qamişlo lidarxist.
Semîner li bexçeya xwendinê ya bajarê Qamişlo, bi beşdariya nûnerên Yekîtiya Dermanxaneyan, endamên Tevgera Civaka Demokratîk û hejmarek ji endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Cezîrê bi rêve çû.
Di semînerê de girîngiya rola sektora tenduristiyê di pêşketina civak û rola têkiliyên di warê geşepêdana aborî de hate nîqaşkirin.
Her wiha hate gotin ku, ji ber dûrpêça li dijî herêmê û êrîşên rojane pêdiviyên pizîşkî bi zehmetî dighêjin herêmê.