YEKÎTIYA AJOKARAN JI BO KÊMKIRINA QEREBALIXIYA TIRAFÎKÊ KOMÎTEYEK AVA KIRIYE
BEDÎA MUSLIM - RÊVEBRA RÊXISTINA STÊRK
Yekîtiya Ajotkaran a kantona Reqayê bi hemahengiya Rêveberiya tirafîkê, ji bo kêmkirina qerebalixiya zêde li bajêr, komîteyek ava kiriye.
Rêveberê Yekîtiya Ajokaran a Reqayê Hesen El-Xabûr diyar kir ku , ji bo kêmkirina qeribalixiyê wan dewriyên xwe zêde kirine.
Hejmara zêde ya welatî û erebeyan, hêştiye ku diyardeya qerebalixiya trafîkê li kantona Reqayê zêde bibe
Yekîtiya Ajokaran a kantona Reqayê bi hemahengiya Rêveberiya tirafîkê li ser daxwaza xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo kêmkirina qerebalixiya zêde li bajêr komîteyek li kantonê ava kiriye.
Rêveberê Yekîtiya Ajokaran a Kantona Reqayê Hesen El-Xabûr ji Rojava TV re diyar kir ku , ji bo kêmkirina qeribalixiya tirafîkê wan dewriyên xwe zêde kirine.
Her wiha Welatiyê bi navê Mihemed Elî da zanîn ku qerebalixiya tirafîkê pir bûye û ajokar xûrt dajon.
Li gorî Yekîtiya ajokaran ya kantona reqayê zêdetirî 38 hezar erebe di kantonê de hene , ev yek jî dibe sedema zêdebûna qerebalixiya tirafîkê.