HÊZÊN EWLEKARIYÊ: BALAFIREKE BÊ MIROV EREBEYEK HÊZÊN ME LI QAMIŞLO BOMBEBARAN KIR
Hêzên ewlekariya hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku balafireke bê mirov a dagirkeriya tirk erebeyeke wan li xala biçavkirinê ya um el fursan a rojhilatê bajarê qamişlo bombebaran kir.
Hêzên ewlekariya hundirîn diyar kir ku dagirkeriya tirk demjimêr 1 û nîvê nîvro erebeyeke hêzên wan li xala binçavkirinê ya um el fursan bombebaran kir di encam de yek ji rêveberên hêzên wan li qamişlo şehîd bû.
Her wiha got tirkiyê bi mîna van êrîşan hewil dide aramiya herêmê têk bibe û alîkariya girtiyan bikin da ku birevin.
Hêzên ewlekariyê got hişyariya hêzên me rê li ber tevlihevî û reva girtiyan girt.
Hêzên ewlekariya hundirîn tekez kir ku ew li hember he cûre êrîşên li dijî herêmê amade ne parastina xelkên herêmê û xaka xwe bikin.