KONFEDRALIYA RÊXISTINÊN CIVAKA DEMOKRATÎK CIVÎNA XWE YA DUYEMÎN LI DARXIST
Meclîsa Giştî ya Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duyemîn civîna xwe li kantona Reqayê li darxist.
Di civînê de rewşa siyasî ya dawî û astengiyên li pêşiya xebatên Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.
Meclîsa Giştî ya Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi armanca nirxandina astengî û rewşa siyasî ya dawî duyemîn civîna xwe ya giştî li navenda Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Reqayê li darxist.
Civîn bi beşdarbûna tevger û rêxistinên civaka demokratîk û endamên konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk hat lidarxistin.
Di civînê de rewşa siyasî hat nirxandin, paşê rapora kar û xebatên Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk hat xwendin.
Hevseroka Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nisrîn El-Hesen ji Rojava Tv re behsa lidarxistina civînê û nirxandinên beşdaran kir.