FESTÎVALA 5’EMÎN A ZAROKAN BI PÊŞKÊŞKIRINA ÇALAKIYÊN ÇANDÎ DEWAM DIKE
Festîvala 5’emîn a zarokan di roja xwe ya 3’emîn de li kantona Reqayê bi pêşkêşkirina berhemên cur be cur didome.
Duh di roja 2’yemîn a Festîvala 5’emîn a zarokan de çalakî û berhemên hunerî hatin pêşkêşkirin.
Di roja 2’yemîn de koma Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê stranek ji folklora Reqayê û koma Bihar straneke Kurdî pêşkêş kirin.
Piştre pêşangeha wênesaziyê hat vekirin. Her wiha zarokên beşdar serdana Parka Zarokan a bajêr kirin û li wir 50 dar çandin.
Koma orkestra ya Rojava jî berhemên xwe pêşkêş kirin.