Kanala ROJAVA TV

BAXÇE Û DANÎNGEHA HÊVIYÊN PÊŞEROJÊ YA KOBANÊ NIFŞEKÎ ŞAREZA PERWERDE DIKE

Li bajarê kobanê baxçe û danîngeha bi navê Hêviyên pêşerojê di Sibata sala 2024an de hate vekirin.

Desteya perwerde û fêrkirinê ya kantona Firatê di Sibata sala 2024’an de baxçe û danîngeha bi navê Hêviyên Pêşerojê li bajarê Kobanê vekir.

Di baxçeya Hêviyên pêşerojê de hejmarek karmendên jin dixebitin. Baxçe zarokên ji temenê 6 Mehî heta 6 salî pêşwazî dike.

Ev baxçe di nava xwe de 300 zarokî dihewîne. Her wiha waneyên li ser fêrkirina alfebaya Kurdî, hejmar û çalakiyên cur be cur ji zarokan re tên pêkêşkirin.

Rêvebera baxçe û danîngeha Hêviyên pêşerojê Fatma Elî ji Rojava Tv re behsa hûrguliyan dike.

Mamoste Medîne Xelîl jî daxwaz dike ku hin baxçeyên din jî werin vekirin û derfetên kar ji bo jinan werin zêdekirin.

Baxçe û danîngeha Hêviyên pêşerojê li ser du werzan deriyê xwe vedike. Bi giştî di wir de 12 mamoste û 300 zarok cih digrin. ev gav jî ji bo jinan û malbatên zarokan bûye cihê kêfxweşî û şanaziyê.