Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO ŞEHÎD EBDUSELAM MEHMÛD Û ROJNA EGÎD HATIN BIBÎRANÎN

2 Îlona sala 2023’yan dewleta Tirk a dagirker erebeyek li ser rêya di navbera bajarên Girkê Legê û Dêrikê debombebaran kir. Di encamê de welatparêzê Kurd Ebduselem Mehmûd û fermandara YPJ’ê Rojna Egîd şehîd bûn.

Duh salek di ser şehadeta wan re derbas bû. Bi vo boneyê, merasîmeke bîranînê li goristana Şehîd Delîl Saroxan ya li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Malbatên şehîdan û hevrêyên wan beşdarî merasîmê bûn û soza şopandina rêya wan da.

Hevseroka Kompanyaya Newroz Leyla Yûsif axivî û got, dagirkeriya Tirk welatparêz û şoreşgerên Kurdistanî hedef digre.

Endamê Meclisa Malbatên şehîdan ya Qamişlo Mihyedîn Yûsif jî destnîşan kir ku, dê hesab ji xayînan bê xwestin û tola şehîdan li edrê namîne.

Fermandara YPJ’ê Rojna Egîd sala 1991’ê tevlî nava refên şoreşê dibe û li her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe. Her wiha welatparêz Ebduselem Mehmûd jî di şoreşa 19’ê Tîrmehê de roleke giring û sereke lîst.