Kanala ROJAVA TV

HÎLALA ZÊRÎN BERNAMEYA FESTÎVALA 2’YEMÎN A ŞEHÎD BERÇEM AŞKERE KIR

Tevgera Hîlala Zêrîn têkildarî Festîvala 2’yemîn a Şehîd Berçem daxuyaniyek da û festîvala îsal diyarî Rêber APO kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya pêngava Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî, ew weke Tevgera Hîlala Zêrîn soz didin ku dê Rêber APO azad bikin.

Festîvala 2’yemîn a Şehîd Berçem dê di navbera rojên 6 heta 9’ê Îlonê de bi bernameyên çandî, hûnerî û wêjeyî li bajarê Kobanê were lidarxistin û festîval li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, festîvala îsal ji bo Rêber APO hatiye dîyarîkirin û hate gotin, ew ê bi hunera resen Rêber APO azad bikin.