LI REQAYÊ LI HEMBER ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ÇALAKIYA KONVEDANÊ HAT LIDARXISTIN
Partiya Sûriya Pêşerojê îro bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiya konvedanê li kantona Reqayê li dar xist.
Saziyên sivîl, Parityên siyasî, kombûna jinan a zenûbya û bi dehan xelkên bajêr beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiya konvedanê de gelek axaftin hatin kirin, di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker da ku herêmê dagirk bike û xelkên wê bide koçberkirin êrîş dike.
Her wiha hat gotin ku, ew ê li hember hemû êrîşan têkoşîna xwe ya hevpar mezin bikin.
Çalakiya konvedanê ya Partiya Sûriya Pêşerojê bi serdana şandên saziyan dewam dike.