NEWROZA 18 SALÎ TEVÎ ASTENGDARIYÊ WÊNEYÊN BEDEW DIKŞÎNE
Newroz Ehmed a 18 salî ciwanek astengdar ji bajarê qamişli ye û di warê wênekêşiyê de kar dike.
newroz hewil dide ku di vî warî de xwe li pêş bixe da ku wêneyên ku dikşîne li cîhanê belav bibin.
keçeke bedew xwedî hezkirin,meraq û îsrareke mezin di warê wênekêşiyê daye.
Newroz Ehmed a 18 salî xwedî pêdiviyên taybet e, tevî astengdariya xwe û li ser kursiyê wênekêşiyê dike.newroz guh neda astengdarî û peyvên civakî, lê bi israr xwe fêrî wênekêşiyê kir û roj bi roj li pey xeyal û xwesteka xwe ma.
newroz derdor sal û nîvekê di rêxistina nûdem de xebat kiriye, û niha jî hewil dide zêdetir xwe di warê wênekêşiyê de bi pêş bixîne û bibe wênekêşeke bi nav û deng.
Newroz Ehmed ji Rojava Tv behsa serpêhate û hezkirina xebata xwe dike.
Newroz ehmed dibêje ku ji zaroktiyê ve daxwaz dike bibe wênekêşeke navdar.
Hêvî û daxwazên Newroz Ehmed li vir bi dawî nabe û her di warê wênekêşiyê de xwe li pêş dixe da ku wêneyên ku dikşîne li cîhanê belav bibin.