TEKÎN GOYÎ.. 32 SALAN BÊYÎ HEDAR Û NAVBER JI BO DOZA GELÊ XWE TÊKOŞIYA
Tekîn Goyî ku zêdetirî 32 salan ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya, duh bi merasîmekê di axa pîroz de hate oxirkirin.
Hevrêya şehîd Tekîn Goyî ya têkoşînê Rûken Ehmed di merasîma oxirkirina hevalê xwe de axivî û behsa kesayeta wî kir.
Tekîn Goyî, xwediyê keda 32 salan, fermandarê ku jiyaneke tijî fedekarî û lehengî jiya, li dû xwe mîraseke bêhempa bi tîpên zêrîn neqişand.
Di landika malbateke welatparêz de li Botanê ji dêya xwe dibe, şahidiyê ji komkujiyên dewleta Tirk re dike û ji bo tolstandinê di bihara emrê xwe de, tevlî refên têkoşînê dibe.
Hevrêya wî ya têkoşînê Rûken Ehmed di merasîma oxirkirina hevalê xwe de, behsa wî dike.
Di gel ku Tekîn Goyî lingekî xwe jî ji dest dabû, lê tevî wê jî tevlî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû û herî dawiyê di qada tenduristiyê de dixebitî.
Piştî têkoşîna 32 salan, Tekîn Goyî roja 19’ê Tebaxê di êrîşeke dagirkeriyê de şehîd bû.