Kanala ROJAVA TV

DESTEYA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ SALA XWENDINÊ YA NÛ LI XWENDEKARAN PÎROZ KIR

Desteya perwerde û fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi sala xwendinê ya 2024/2025’an kir.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya perwerde û fêrkirinê Azad Berazî diyar kir ku, rêveber û mamosteyên dibistanan ji bo sala xwendinê ya nû hatine perwerdekirin û dê meclisa malbatên xwendekaran jî ava bikin.

Di demên ku hêzên têkder dixwazin tevlîheviyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbixin, sazî û desteyên Rêveberiya Xweser ji bo belavkirina zanîn û aştiyê her tim di nava tevgerê de ne.

Di vê çarçoveyê de, îro Desteya perwerde û fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser, dest bi sala xwendinê ya 2024/2025’an kir. Hefteya destpêkê mamoste amadekariyan dikin û roja 8’ê mehê jî proseya xwendinê bi fermî dest pê dike.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya perwerde û fêrkirinê Azad Berazî diyar kir ku, rêveber û mamosteyên dibistanan ji bo sala xwendinê ya nû hatine perwerdekirin.

Her wiha Azad Berazî da zanîn ku, ji bo sîstema perwerdeyê bi awayekî baş biçe serî, dê meclisa malbatên xwendekaran were vekirin.

Li gorî amarên fermî yên desteya perwerde û fêrkirinê, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 41 hezar mamoste perwerdeyê didin nêzîka 900 hezar xwendekaran.