Kanala ROJAVA TV

LI SERANSERÎ HERÊMÊ BI BONEYA 1’Ê ÎLONÊ DAXUYANIYÊN CUDA HATIN DAYÎN

Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 1’ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanî gelek daxuyanî hatin dayîn û banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk hatin kirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin, mifteya çareseriya aloziya Rojhilata Navîn û pêkanîna aştiyê li Îmraliyê ye, ji lewre divê Rêber APO demildest were azadkirin.

Îro 1’ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanî ye. Tevî ku roja aştiyê ye, lê dîsa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, komkujî û êrîşên xwe yên li dijî gelê herêmê didomînin.

Bi vê boneyê, li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek daxuyanî hatin dayîn û banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk hatin kirin.

Meclisa bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê 1’ê îlonê bi bîr anî û got, mifteya çareseriya aloziya Rojhilata Navîn û pêkanîna aştiyê li Îmraliyê ye, ji lewre divê Rêber APO demildest were azadkirin.

Her wiha Dayîkên Aştiyê yên bajarê Kobanê jî bi daxuyaniyekê gotin, divê şerê qirkirinê yê ku li dijî gelê Kurd tê meşandin, were rawestandin û bidawîkirin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê jî, daxuyaniyek da raya giştî û tê de bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku aştiyê li hemû herêmên bi nakok ên cîhanê pêk bîne.

Di xwendina daxuyaniyê de rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên mirovî û hejmarek ji nûnerên partiyên siyasî beşdarbûn.

Di daxuyaniyê de, kombûnê bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi berpirsyariya xwe rabin û ji şerkeran daxwaz kir ku çekên xwe deynin û agirbestê pêk bînin, her weha ji tewanbarên şer hesab bê pirsîn.