FESTÎVALA 4’EMÎN A MARDUTHO LI PARKA AZADÎ BIDAWÎ BÛ
Festîvala 4ˊemîn a Mardutho ku li Hola Serdem a Hesekê dest pê li Parka Azadî ya Qamişlo bidawî bû.
roja duyemîn a festîvalê li parka azadî ya li bajarê qamişlo hate lidarxistin.
Di roja dawîn a festîvalê de bi dehan xelkê herêmê, endamên Komeleya Çandê ya Suryanî, nûnerên ji Desteya Çandê, partiyên siyasî û eşîrên Ereb beşdar bûn.
roja duyemîn a Festîvalê bi pêşkêşkirina berhemên hunerî ji hêla koma Koral a Komeleya Çandê ya Suryanî ve dest pê kir.
Di festîvalê de hunermendên ji Peymangeha Nûrî Iskender a Saziya Ilyas Hena stran pêşkêş kirin.
di dawiyê de komên beşdar hatin xelatkirin.