XELKÊN CIZÎRÊ BI GIRSEYEKE MEZIN Ş.TEKÎN GOYÎ OXIR KIRIN
Bi hezaran xelkên kantona Cizîrê cenazeyê fermandar Îsmat Uver (Tekîn Goyî) li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a bajarê Dêrikê oxir kirin.
Xelkê Cizîrê cenazeyê fermandar Îsmat Unver ji pêş Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê wergirt û ber bi Goristana Şehîd Xebat ve birêketin.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê,Endama meclisa TEV-DEM,Hevserokê Desteya Tenduristiyê axivîn, behsa fedekariyên şehîd û kar û xebatên wî yên 32 salan kirin û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker banga xurtkirina têkoşînê kirin.
her wiha soza şopandina riya û şehîd Tekîn dan.
Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Fermandar Îsmat Unver (Tekîn Goyî) di beşa tenduristiyê ya Qamişloyê de dixebitî û Di 19ˊê Tebaxê de bi balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker şehîd bû.