Kanala ROJAVA TV

DESTEYA RÊVEBERIYA XWECIHÎ A REQAYÊ DEST BI QÎRKIRINA PIRA KEVIN KIRIYE

SALIH EL-HEMID

Desteya Rêveberiya Xwecihî û Şaredariya Gel a kantona Reqayê dest bi projeya qîrkirina pira kevin a li bajêr kiriye.

Beriya çend rojan desteya Rêveberiya Xwecihî û Şaredariya gel a Reqayê dest bi projeya sererastkirina deriyê pira kevin a li başûrê kantonê kirin.

Werşeyên Şaredariya Gel a Reqayê û yên girêdayî projeyên sererastkirina rêyan bi armanca bidawîkirina projeyê di demek nêz de û di çarçoveya xebatên qîrkirina pira kevin de, deriyê aliyê başûr a pirê rakirin.

Her wiha wê kevirên kevin rabikin û cihên xerabe sererast bikin.

Li gorî Rêvebirê Komîteya Çavdêriyê ya Projeya qîrkirina Pira Kevin, lêçûna projeya qîrkirina pira kevin digihêje nêzî 259 hezar dolarên Amerîkî.