Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINA SARA: JI BER SÛCÊN DAGIRKERIYÊ BÛYERÊN XWEKUŞTINÊ LI EFRÎNÊ ZÊDE BÛNE

Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinan a Efrîn-Şehbayê îro bi daxuyaniyekê sûcên ku li Efrînê li dijî jinan tên kirin şermezar kir û got, bûyerên xwekuştinê li Efrîna dagirkirî ne jixweberin lê ji ber dagirkerî û zextên dewleta Tirk û çeteyên wê çêdibin

Rêxistina Sara bang li rêxistinên mafan û navneteweyî kir ku li gorî peymanên xwe tevbigerin û ji sûcdaran hesab bipirsin.