MECLISA JIN A PYD’Ê LI HELEBÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ŞERMEZAR KIR
Meclisa jin a PYD’ê li Helebê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya Trik li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û banga hesabpirsînê ji sûcdaran kir..
Meclisa Jin a PYD’ê di daxuyaniya xwe de got:” dagirkeriya Tirk bi riya êrîşên xwe armanc dike ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û xelkê wê bitirsîne, her wiha destkeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe”..
Meclisê di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku dagirkeriya Tirk piştî li herêmên parastinê yên medyayê derbeyên giran ji gerîlayên azadiyê xwarin, dixwaze tola xwe bi êrîşên li dijî herêmê hilîne..
Meclisa jin a PYD’ê li Helebê di dawiya daxuyaniya xwe de banga hesabpirsînê ji sûcdaran kir.