Kanala ROJAVA TV

KONGRA ÎSLAMA DEMOKRATÎK ÊRÎŞÊN LI SER HERÊMÊ ŞERMEZAR KIR

Endamên Kongra Îslama Demokratîk ji Rojava Tv re axivîn û êrîşên li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê şermezar kirin.

Endamên Kongra Îslama Demokratîk gotin, erdogan di bin navê îslamê de kiryaran dike û sivîlan hedef digire.

Her ku diçe Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dike, dagirkerî di van êrîşan de raserast sivîl û pêşengan dike hedef.

Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên li ser herêmê bertek nîşan da.

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Elî Resûl diyar kir ku, Erdogan di bin navê islamê de kiryaran dike.

Her wiha Endamê Kongra Îslama Demokratîk Umer El-hemîd jî tekez kir ku siyaseta Erdogan dimeşîne dûrî îslamê ye.