4’EMÎN MÎHRÎCANA MERDOSO DI ROJA XWE YA DUYEM DE DEWAM DIKE
HINDIRÎN SÎNO - HEVSEROKA DESTEYA KARÛBARÊN CIVAKÎ - CIZÎR
Komeleya Çandî ya Suryanî li Sûriyeyê bi koordîneya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser 4`emîn Mîhrîcana Merdoso li hola Serdemê ya Hesekê li dar xist.
Mîhrîcan bi beşdariya Pêkhateyên suryan, nûnerên Rêveberiya Xweser, Yekitiya Jinên Suryan, Partiya Yekitiya Suryan, Meclisa Leşkerî ya Suryan, partî û nûnerên rûspiyên ereb û kurd li dar ket.
Di mîhrîcanê de axavtin hatin kirin û hate diyar kirin ku lidarxistina mîna van mîhrîcanan, ji bo pêşxistina çanda suryan-asûr gelek girîng e.
Her wiha bang li tevahî pêkhateyan hate kirin ku ziman û çanda xwe biparêzin.
paşê komên beşdar ên suryan, berhemên xwe yên hunerî pêşandan.
îro jî roja dawîn a mîhrîcanê ye ku dê li Parka Azadî ya Qamişlo were lidarxistin û di dawiyê de, dê komîteya amadekar komên beşdar xelat bike.