Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎD HANÎ XELEF LI GUNDÊ UM REBÎ YÊ AMÛDÊ HAT OXIRKIRIN

Şêniyên bajarê Amûdê bi merasîmekê cenazeyê Şehîd Hanî Xelef yê ku di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bibû, li gundê Um Rebî oxir kirin.

Bi sedan şêniyên Amûdê, nûnerên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan û partiyên siyasî beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.
Roja 29’ê Tebaxê dewleta Tirk a dagirker taxa Mesakin li bajarê Amûdê bombebaran kir û di encamê de Hanî Xelef şehîd bû û welatiyek jî birîndar bû.
Hanî Xelef bi xwe xelkê Helebê ye, lê ji ber aloziya Sûriyê ev 10 sal in koçberî bajarê Amûdê bûye û di kargeheke çêkirina plastîkan de dixebitî.
Ew bavê 5 zarokan e û roja 29’ê vê mehê dema ku vedigeriya mala xwe ya li gundê Um Rebî yê rojhilatê Amûdê, di encama êrîşa Tirkiyê de şehîd bû.