SIBE SALA XWENDINÊ YA 2024-2025’AN LI HERÊMÊ DEST PÊ DIKE
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandbû ku dê sala nû ya xwedinê 2024-2025 1ê Îlonê destpê bike û wê heftiya pêşîn ji rêvebir û mamosteyan re be her wiha di 8ê heman mehê de bi amedebûna şagirtan proseya xwendinê bi awayekî fermî destpê dike.
derbarê amedkariyên pêşwazîkirina sala nû ya xwendinê li Kantona Cizîrê bi taybet û giştî herêmê, Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Cizîrê Mistefa Ferhan ji ROJAVA TV re got: Bi armanca pêşxistina qada perwerdeyê wan guhertin xistine metiryalên xwedinê yên refên 1, 4, 7 û 10’an de.
Mistefa Ferhan anî ziman ku sîstema perwerdeya me, sîstema avakirina kesayetên welatparêz û ne nijadperest e:
Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 40 hezar mamoste amede ne ku 900 hezar şagirtan li 4 hezar û 100 dibistanên herêmê fêrî xwendinê bikin.