Kanala ROJAVA TV

YEKEMÎN FESTÎVALA HESPÊN RESEN LI KANTONA CIZÎRÊ LI DAR KET

Di bin diruşmeya “Şehîdên Xiwêranê her di dilê me de dijîn” Komeleya Hespên Erebî yên resen li kantona Cizîrê bi hemahengiya Desteya Ciwan û Werzîşê, yekemîn Festîvala Hespên Erebî yên resen a kantona Cizîrê, li gundê Girkê Xilo yê girêdayî Çilaxa li dar xist.

Ji bo em bêhtir nas bikin, em ê li vê raporê temaşe bikin

Hesp ji ajalên girîng in ku ji aliyê xelkê kantona Cizîrê ve tên xwedîkirin û ew girîngiyeke mezin didin wan.

Li ser vê yekê Komeleya Hespên Erebî yên resen li kantona Cizîrê bi hemahengiya Desteya Ciwan û Werzîşê, yekemîn Festîvala Hespên Erebî yên resen a kantona Cizîrê, li najarê Çilaxa li dar xist.

Endamê Yekîtiya cotkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûredîn Abdullah destnîşan kir ku festîval li ser daxwaza xwedîkerên hespan ji bo ku bibe çalakiyeke aktîf di civakê de, hatiye lidarxistin.

Ji aliyê xwe ve beşdarê festîvalê Selman Hemed El- Xişim kêfxweşiya xwe ya bi serketinê nîşan da, pesna organîzasyona baş da û hêviya serkeftinê di rojên pêş de xwest.Festîval bi xelatkirina 24 serkeftiyan bi dawî bû û mertalên pîrozbahiyê hatin pêşkêşkirin. Her wiha li ser piştevanîkirinç spasiya endamên Rêveberiya Xweser hate kirin.