Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎD XALÎDE ŞERÎF Û KURÊ WÊ HEJAR SILÊMAN LI QAMIŞLO HATIN OXIRKIRIN

Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmeke bi heybet şehîd Xalîde Şerîf û kurê wê Hejar Silêman li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Şehîd xalîde şerîf û kurê wê Hejar Silêman 28’ê tebaxê di encama teqîna erebeya wan de şehîd bûn.

Di merasîma oxirkirina herdu şehîdan de axaftin li ser navê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê, meclisa malbatên şehîdan û kongra star hatin kirin. Di axaftinan soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

Her wiha hat gotin ku, gel ji helwest û siyasetên navneteweyî ne razî ye. Helwesta gel dê heta bidawîkirina êrişan bidome.

Piştî axaftinan, wesîqeyên herdu şehîdan hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyên herdu şehîdan bi tilîliyên dayikan û siloganên “Şehîd Namirin” “Bimire Îxanet” hatin veşartin.