LI HEMBER HEDEFGIRTINA ROJNAMEVANAN BERTEKÊN TUND DERDIKEVIN
Rêveber û Endamên saziyên jinan ên kantona Reqayê êrîşên li ser rojnamevan şermezar kirn û gotin, dagirkeriya tirk bi hemû rê û rêbazên ne exlaqî dixwaze dengê jin û rastiyê qut bike.
Her wiha bang li aliyên têkildar kirin ku rêzê ji zagonên xwe re bigirin.
Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniya Başûrê Kurdistanê, êrişî erebeyeke rojnamevanan kir.
Di encama êrişa hovane de Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn tevlî nava kerwanên şehîdan bûn.
Li hember hedefgirtina rojnamevanan bertkên tund derdikevin pêş.
Endma Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem El Hemed hedefgirtina rojnamevanên jin şermezar kir û got, dijmin dixwaze dengê jin û rastiyê qut bike.
Li aliyejî din Rêvebera Mala Jin a Reqayê Fewziya El Himûd bang li aliyên peywendîdar kir ku rêzê ji zagonên xwe re bigire û sînorekî ji êrîşên dagirkeriyê re dayine.
Sazî, meclis û rêxistinên jinan ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaî û çalakiyên cuda hedefgirtina li dijî rojnamevanan şermezar dikin.