LI MINBICÊ PÊŞANGEHEKE XÊZKARIYÊ HATE VEKIRIN
Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê pêşangeheke Xêzkariyê bi beşdariya 5 hunermendan vekir.
Pêşangeh li Parka Gardin Sîtî û bi amadebûna Xelkên Minbic, Endamên Saziyên Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî û Kombûna Jinan a Zenûbiya, hate vekirin .
5 hunermend bi 50 tabloyan beşdarî pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de ji hêla hunermend Salih Cuneyd û Zeyneb Ishaq ve çalakiyên Hunerî û kevneşopî hatin pêşkêşkirin .