LI MINBICÊ FORUMEK JI BO VEGERIYAYIYÊN JI KAMPA HOLÊ HAT LIDARXISTIN
Rêxistina “Yasmîn Sûriye” bi hevkariya Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan ya Rêveberiya Xweser, li kantona Minbicê forumek ji bo vegeriyayiyên ji kampa Holê li dar xist.
nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Gel, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Desteya Karûbarên Civakî, rewşenbîr û siyasetmedarên Minbicê beşdarî forumê bûn.
Di forûmê de mijarên çawaniya tevlêkirina vegeriyayiyên ji kampa Holê bo nav civakê hatin nîqaşkirin.
Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan û Rêxistina Yasemîn destnîşan kirin ku armanca wan avakirina hevgirtina civakî ye.