Kanala ROJAVA TV

XELKÊN KOBANÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ DAKETIN QADAN

Xelkên Kobanê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmê şermezar kirin û banga bilindkirina asta berxwedanî û têkoşînê kirin .

Meşê ji Qada Jina Azad a li Kobanê dest pê kir û li Qada Aştiyê veguherî mîtîngê .

di mîtîngê de axaftin ji aliyê Kongara Star ve hate kirin û hate gotin ku ew ê bi “Jin Jiyan Azadî” tola şehîdên xwe hilînin .

her wiha destnîşan kirin ku ew ê bi hêza jina dawî li zîhniyeta dagirker û qirker bînin.

meş bi durişmên na ji êrîşên dagirkeriyê re bi dawî bû .