Kanala ROJAVA TV

ŞANDEKE RÊVEBERIYA XWESER A KANTONA FIRATÊ SERDANA DÊRAZORÊ KIR

MIZGÎN XELÎL – CÎGIRA HEVSEROKATIYA ENCUMENA RÊVEBER A FIRATÊ

Şandeke rêveberiya xweser a kantona firatê serdana dêrazorê kir û li gel rêveberiya xweser a kantonê ‎û rûspiyên wê re civiya.‎
Şandeya kantona firatê destpêkê sersaxî ji bo malbatên şehîdên komkujiya gundê dehele xwest û ‎diyar kir ku êrîşên dawîn ên hikûmeta şamê û çekdarên wê li dijî dêrazorê bi hevkariya îran û tirkiyê ‎pêkhat.‎
Her wiha diyar kir ku bi saya hevgirtina xelkên dêrazorê û eşîrên wê planên li dijî herêmê hatin têkbirin.‎
Rûspiyên herêmê jî tekez kirin ku li hember her êrîşekê li dijî herêmê ewê li kêlek QSD’ê parastina xaka ‎xwe bikin.‎