XELKÊN REQA Û TEBQAYÊ BANGA ŞKANDINA TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO DIKIN
Dewleta Tirk a dagirker ev 25 salin Rêber Abdullah Ocalan di bin recrîdeke girankirî de ragirtî ye. Her wiha Rêbertî ji mafên wî ya rewa bêpar dihêle.
Ev nêzî 43 meh in jî ku bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayêne wergirtin. Dewleta Tirk bi hinceta cezayên displînî nahêle ne malbat û ne parêzer hevdîtinan li gel rêbertî pêk bînin.
Li hember vê yekê gelê kurd û dostên xwe li dijî tecrîda giran ya li ser Rêber Apo bi bertek in.
Xelkên Reqa û Tepqayê ji Rojava tv nêrînên xwe anîn ziman û gotin, ramanên rêber apo ji pirsgêrika gelê rojhilata navîn re çareserî ye.
Her wiha Xelkên Reqa û Tepqayê dan zanîn ku felsefeya Rêber APO hîşt ku hemû netewe bi hev du re bi azadî bijîn.
Pêngava cîhanî ya ku di cotmeha sala derbasbûyî de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin, her ku diçe mezin û berferehtir dibe.
gelê kurd û azadîxwez jî ji bo pêkanîna azadiya rêber apo di nava tevger û çalakiyan da ne.