WELATIYÊN QAMIŞLO SOZA ŞOPANDINA RÊKA ŞEHÎD XALÎDE Û KURÊ WÊ DIDIN
Şêniyên bajarê Qamişlo şehîdxistina Dayîka Xalîde û kurê wê Hejar şermezar kirin û soza şopandina rêya wan dan.
Welatî û welatparêzên bajarê Qamişlo diyar dikin ku, ew ê sîxûran ji axa xwe derxin û li ser xwe axa xwe ya pîroz her dem bijîn.
Du jinên bajarê Qamişloyê ne, li ser şehîdxistina dayîka Xalîde û kurê wê Hejarê 24 salî, dilorînin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh bi daxuyaniyekê ragihandibû, erebeyek li taxa Enteriyê ya Qamişloyê, ji ber çandina mayînekê di hundirê wê de teqiyaye û di encamê de dayîkek û kurê wê şehîd bûne.
Beriya niha jî gelek bûyerên weha rû dane û piştre hatiye aşkerekirin ku, destê MÎT’a Tirk tê de hebûye.
Şêniyên bajarê Qamişlo demildest berê xwe dan cihê bûyerê û komkujiya li dijî sivîlan şermezar kirin.
Welatî û welatparêzên bajarê Qamişlo diyar dikin ku, ew ê sîxûran ji axa xwe derxin û li ser xwe axa xwe ya pîroz her dem bijîn.
Hevjînê şehîd Xalîde duh postek li ser torên civakî belav kiribû û mizgîniya şehadeta kur û hevala xwe ya jiyanê ragihandibû. Wê peyamê deng dabû û nîşana girêdana bi axê û şehîdan re tê de berz dibû.