Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA DIBISTANÊN AMÛDÊ PERWERDEYEK JI BO MAMOSTEYAN VEKIR

Rêveberiya dibistanan a bajarê Amûdê perwerdeyek ji bo mamosteyan vekir.
Perwerde ji saet 9 sibehan dest pê dike û heta 12 nîvro berdewam dike.
Zêdetirî 90 berdevk û endamên arşîfên dibistanan beşdarî perwerdeyê bûne.
Endama komîteya şopandina dibistananên Amûdê Şêrîn Omerî dibêje, waneyên li ser sîstema nirxandinê, arşîvkirina belgeyan û felsefeya perwerdeyê têne pêşkêşkirin.
Her wiha anî ziman ku armanca wan pêşxistina asta mamosteyan e.
Biryar e Perwerde 5 rojan berdewam bike.