KONGRA STAR: DI ÊRÎŞA QAMIŞLO DE, XALIDE ŞERÎF Û KURÊ WÊ ŞEHÎD BÛN
KONGRA STAR: EM Ê BI JIN, JIYAN, AZADÎ LI HEMBER ÊRÎŞAN TÊBIKOŞIN
Kongra Star derbarê êrişa dewleta Tirk a dagirker ku îro li Qamişlo pêk hat û di encamê de dayikek û kurê wê şehîd bûn, daxuyaniyek da, êrîş şermezar kir û tekez kir ku ewê bi felsefeya jin jiyan azadî li hember êrîşan têbikoşin.
Daxuyanî bi beşdariya endamên kongra star li ber Navenda Mihemed Şêxo ya li qamişlo hate dayin.
Kongra star di daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrişê de hevala wan Xalide Mihemed Şerif (45) û kurê wê (Hejar Ednan Silêman) şehîd bûne û got: “Armanca êrişên dewleta Tirk qirkirin û têkbirina destkeftiyên jinan e.
Her di daxuyaniy] de diyar kir ku dayika Xalide yek ji pêşangên civakê bû û bi welatparêziya xwe dihat nasîn.
Di dawiyê de kongra star tekez kir ku kes nikare îradeya jina azad têk bibe û ew ê li hemberî êrişan bi felsefeya jin jiyan azadî heta dawiyê têbikoşin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.