DESTEYA JIN JI BO PARASTINA MAFÊN ZAROKAN BI HEMLEYEKÊ RABÛNE
Di encama şer û qeyranên ku welatên cîhanê tê re derbas dibin, rojane mafên zarokan tên binpêkirin û îstîsmarkirin, wêranî û kaosê ku çêdibin, herî zêde bandorê li rastiya derûnî ya zarokan dike û wan ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê dûr dixe.
ji bo rê li ber girtina vê yekî û avakirina pêşerojeke bi ewle û tendurist ji bo zarokan, desteya jin ya Rêveberiya Xweser di 21’ê Tebaxê de hemleyek ji bo parastina mafê zarok destpêkir..
Cîgira Rêveberiya desteya Jin Newal El-Mezyed ji ROJAVA TV re got:” armanca hemleyê, avakirina pêşerojeke tendurist ji bo zarokan e û dê di 3’ê mehan dewam bike..
Derbarê naveroka vê hemleyê de, Newal El-Mezyed destnîşan kir dê bi hevahengiya bi desteyên girêdayî Rêveberiya Xweser re piştgiriyê bidin zarokan, bi taybetî zarokên şehîdan û yên daxwaza perwerdeyê dikin.
li gor Rêveberiya desteya Jin di Rêveberiya Xweser de, dê bi şêweyên curbicur ji bo parastina mafên zarokan, nasandina nasnameya wan û parastina wan ji her cure tundiya li ser zarokan kar bike.