Kanala ROJAVA TV

DI NAVA ÊRÎŞ Û DORPÊÇÊ DE KOÇBERÊN EFRÎNÊ HÊVIYA VEGERÊ DIKIN

koçberên Efrînî yên ku li kantona şehbayê dimînin bi ser koçberiya wan de rojane rastî êrîşan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve jî tên.

ji ber girankirina dorpêç û êrîşan, tevahî qadên jiyanê li şehba ziyan dîtine û barê koçberan girantir kir ne..

koçberên Efrînî bi israrin ku li hemberî hemû cûre û şert û mercên zehmet ku têre derbas dibin jî berxwedana xwe nîşan bidin û hêviya vegra li cih û warê xwe pêk bînin.

koçber dibêjin ku dijmin armanc dike gel bitrsîne û wan tune bike.

koçberên Efrînî tekez dikin ku bersiva wan ya serke li hemberî neheqiya ku li dijî wan tê kirin de, berxwdan û rizgarkirina Efrînê ye.

li ber cavên rêxistinên mirovî û hiqûqî koçber rastî êrîş û dorpêçeke girankirî tên, cîhan bi giştî bûye şahidê vê yekê lê her kes li hemberî neheqiya ku li koçberan tê kirin bê deng û bê helwestin.