Kanala ROJAVA TV

TEVGERA CIVAKA DEMOKRATÎK ÊRÎŞA LI DIJÎ ROJNAMEVANAN ŞERMEZAR KIR

Nivîsgeha ragihandinê ya Tevgera Civaka Demokratîk ya bajarê Helebê, bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî rojnamevanên Kurd şermezar kir.
Tevgerê di daxuyaniya xwe de got, armanca êrîşan têkbirina vîna gelên azadîxwaz û tarîkirina dengê heqîqetê ye.
Her wiha da zanîn ku, êrîş li dijî yasayên mafên mirovan û parastina mafên rojnamevaniyê ye.
Di beşekî din de Nivîsgeha ragihandinê ya Tev-Dem piştrast kir, çawa ku ragihandina azad bûye deng û rengê şoreşê, dê her wisa bimîne û ev êrîş nikarin rê li pêşiya xebatên çapemeniyê bigrin.
Di dawiyê de bang li rêxistinên parastina mafên rojnamevanan hate kirin ku erkên xwe pêk bînin û dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên wê darizînin.