Kanala ROJAVA TV

JINÊN KURD LI HEMBER HÊZÊN QIRKER ASTA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ MEZIN DIKIN

Têkildarî êrîşên li dijî vîna jinên Kurd rêvebera Rêxistina Sara ya Efrîn- Şehbayê, Zeyneb Xelîl got, armanca desthilatdaran têkbirina vîna jinan e.
Her wiha Zeyneb Xelîl bang li tevahî jinan kir ku li hemebr hêzên desthilatdar û dagirker asta têkoşîn û berxwedanê mezintir bikin.

Di demekê de ku gelê Kurd bi pêşengiya keç û jinên Kurd destkeftiyên dîrokî bi dest dixe, dagirkerên Kurdistanê êrîşî vîna jinên azad dikin.

Li Rojhilatê Kurdistanê cezayê darvekirinê li jinan tê birin, li Başûr û Rojava jin têne şehîdxistin û li Bakur jî têne zindanîkirin.

Lê li hember van binpêkirinan, jinên Kurd radeya xweragirî û têkoşîna xwe ya cewherî geştir dikin.

Têkildarî mijarê rêvebera Rêxistina Sara ya Efrîn- Şehbayê, Zeyneb Xelîl got, armanca desthilatdaran têkbirina vîna jinan e.

Her wiha Zeyneb Xelîl bang li tevahî jinan kir ku li hemebr hêzên desthilatdar û dagirker asta têkoşîn û berxwedanê mezintir bikin. Çawa ku jinan li axa Mezopotamyayê pêşengî ji avabûna mirovahiyê re kirin, di serdem û sedsala niha de jî jinên Kurd, zihnîyeta 5 hezar sal berê ku jin kole kiribûn, ji nav dibin û pergala bi hevre jiyanê serwer dikin.