DESTEYA ÇANDINÎ Û AVDANÊ TEKEZÎ LI SER PIŞTGIRIYA ÇANDINIYÊ KIR
civîna salê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku bi diruşma ˊPêşxistina çandiniyê bingeha aboriya komînal eˊ li hola Serdem a Hesekê hatibû lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di nava xalên ku wekî encam ji civînê hatin derxistin de, çandina 100 hezar dar li tevahî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Piştgirî ji bo tevahî mewsimên çandiniyê yên di plana çandiniyê de hatine tomarkirin bi mazotê were dayîn.
Beşa analîzekirina derman û tovan, beşa analîzekirina şîrê zarokan di laboratuwarê giştî de werin aktîvkirin.
Tov bi rêya Saziya Pirkirina Tovan di 20ˊê Îlonê de tê belavkirin, Serjimariyeke nû ya sawalvaniyê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were çêkirin.
Zêdekirina hevkariyê di navbera yekitiyên cotkaran û saziyên çandiniyê de û Bikaranîna avdana nûjen û enerjiya tavê.