XELKÊN KOBANÊ HEVKARIYA PDK’Ê YA BI TIRKIYÊ RE ŞERMEZAR KIRIN
Xelkên Kobanê êrîşên dagirkeriya tirk yên bi hevkariya pdk’ê li ser xaka başûrê kûrdistan û herêmên parasinê yên mediyayê şermezarkirin.
Xelkên Kobanê gotin ku, xiyaneta PDK’ê û hevkriya wê bi dijmin re aşkere bû
Dagirkeriya tirk êrîşên xwe yên bê ser û ber li dijî xaka başûrê kurdistan û herêmên parastinê yên mediyayê didomîne.
ji destpêka Tîrmehê ve dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK`ê êrişî gerîleyên azadiyê dike û bi dehan gund li Başûr dagirkirine û xelkê wê bi darê zorê koçber kirin e.
Xelkên Kobanê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriya tirk û hevkariya PDK’ê dan û bang li PDK’ê kirin ku dev ji xeta xiyanetê berde.
Xelkên Kobanê dan zanîn ku, armanca dijmin derxistina şerê birkujî ye û divê em ji pilanên dijminan hişiyar bin.
Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê rewa kiriye, PDK`ê jî bi bêdengiya xwe rê ji dagirkeriya Tirkiyê re vedike ku xaka wê dagir bike.