Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ KONFERANSA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN HAT LIDARXISTIN

Li kantona Reqayê, Konferansa Însiyatîfa Gel a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate lidarxistin.

Konfrans bi amadebûna hejmarek ji nûnerên sazî, tevger, rêxistin û partiyên siyasî yên kantonên Minbic, Tebqa û Reqayê hate destpêkirin.
Di konferansê de du xalên sereke yên weke pirsgirêk û qeyran û pêkanîna şaristaniya demokratîk li Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin.
Beşdaran tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.