LI HELEBÊ HEWLDANÊN LIHEVHATINÊ YÊN ŞAM Û ENQEREYÊ HATIN NÎQAŞKIRIN
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê û Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo nîqaşkirina hewldanên normalîzekirina têkiliyên di navbera Şam û Enqereyê de komxebatek li dar xistin.
Komxebat bi beşdariya nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan li taxa Şerqî ya Helebê hate lidarxistin.
Di komxebatê de hewldanên normalîzekirina têkiliyên di navbera Şam û Enqereyê û bandorên wê yên li ser gelê Sûriyê hatin nîqaşkirin.
Her wiha hate gotin, ev hewldan xizmeta gelê Sûriyê nake û dibe sedema kûrkirina aloziyê.
Beşdaran jî nêrînên xwe bi parve kirin û gotin, rêya çareserkirina aloziyê dîyaloga Sûrî- Sûrî ye.