JINÊN DÊRAZORÊ HEDEFGIRTINA ROJNAMEVANÊN KURD ŞERMEZAR KIRIN
Desteya Jin û Kombûna Jinan a Zenûbya yên Dêrazorê, bi daxuyaniyekê komkujiya dewleta Tirk a li dijî rojnamevanên jin ên Kurd, şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, armanca Tirkiyê têkbirina vîna jinên azadîxwaz e.
Her wiha hate diyarkirin ku, êrîş li dijî yasayên parastina mafên mirovan û rojnamevanan in.
Desteya Jin û Kombûna Jinan a Zenûbya yên Dêrazorê, bang li rêxistinên parastina mafên rojnamevanan kirin ku, sûcên dewleta Tirk rawestînin.