Kanala ROJAVA TV

JINÊN DÊRAZORÊ JI BO NÎQAŞKIRINA XEBATÊN XWE CIVÎNEK LI DAR XISTIN

Jinên Dêrazorê ji bo nîqaşkirina xebatên xwe û geşedanên dawiyê bi amadebûna Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif civînek li dar xistin.
Foza Yûsif diyar kir ku, jinên Dêrazorê di êrîşên van demên dawiyê de helwesteke bi rûmet nîşan dane.

Li Dêrazorê ji bo xebatkarên jin ên di saziyên Rêveberiya Xweser û Kombûna Jinên Zenûbyayê de civînek hate lidarxistin.

Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif jî di civînê de amade bû û nirxandinên giring pêşkêş kirin.

Foza Yûsif diyar kir ku, jinên Dêrazorê di êrîşên van demên dawiyê de helwesteke bi rûmet nîşan dane.

Her wiha Foza Yûsif da zanîn ku, ew ê xebatên xwe li Dêrazorê ji weha zêdetir bikin.

Piştî rizgarkirina Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê, jinên wê herêmê xwe bi rêxistin kirin û saziyên xwe yên xweser û rêxistinî ava kirin.