XWENDEKARÊN HERÊMÊ JI BO XWENDINA ZANÎNGEHÊ NAVÊN XWE TOMAR DIKIN
Xwendekarên herêmê ji bo xwendina zanîngeh û peymangehan, navên xwe di hevyazbariya sala xwendinê ya nû de tomar dikin.
Xwendekarên ku navên xwe tomar kirine, diyar dikin ku ew bi perwerdeya zimanê dayîkê serbilind in û piştî derçûnê ew ê ji bo welatê xwe bixebitin.
Xwendekarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî li navendên hevyazbariyê didin û ji bo sala xwendina ya nû navên xwe tomar dikin.
Ev avahiya zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo ye. Roja sêyemîn a proseya tomarkirina xwendekaran berdewam e.
Li gorî agahiyan ta niha zêdetirî 600 xwendekaran navên xwe tomar kirine.
Piştre dê xwendekarên beşa zanistî ezmûnekê pêşkêş bikin û li gorî wê, dê xwestekên xwe tomar bikin.
Xwendekarên ku navên xwe tomar kirine, diyar dikin ku ew bi perwerdeya zimanê dayîkê serbilind in û piştî derçûnê ew ê ji bo welatê xwe bixebitin.
Li gorî agahiyên Rêveberiya zanîngehê biryar e sala xwendinê ya nû roja 5’ê Cotmehê dest pê bike.
Zanîngeha Rojava sala 2016’an li bajarê Qamişlo hate avakirin û ta niha çend grûp jê der çûne.