Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN PYD’Ê DERBARÊ TUNDIYA LI SER JIN Û QIRKIRINA ÇANDÎ KOMXEBATEK SAZ KIRIN

Di bin dirûşma “Xwe bi rêxistinkirin li dijî tundiya li ser jinan û qirkirina çandî ya siyasî ” jinên ciwan ên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) komxebatek li ser asta herêma bakur û rojhilatê Sûriyê li dar xistin.
Jinên Ciwan gotin: ger rêber Apo azad bibe wê jin jî azad bibe.

Bertekên li ser hedefgirtina rojnamevanên jin ên Kurd û kuştina bi hovane ya doktora Hindistanî dema ku bi karê xwe radibû , di nava jinên herêmê de her diçe zêdetir dibe.

Li ser vê mijarê, Jinên Ciwan ên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) paneleke diyalogê li ser asta herêma bakur û rojhilatê Sûriyê li dar xitin û diyardeya tundiyê û binpêkirina mafên jinan, her weha qirkirina çandî û etnîkî gotûbêj kirin.

Rêvebera Jinên Ciwan ên Partiya Yekîtiya Demokratîk Sandî Reşîd, sedem û armancên lidarxistina panelê ji Rojava TV re vegotin.

SANDÎ REŞÎD – RÊVEBERA JINÊN CIWAN ÊN PARTIYA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK

Ji aliyê xwe ve endama jinên ciwan ên (PYD) Zîlan Rojhilat da zanîn ku fikr û felsefeya rêber APO rêya azadiya jinê ye, lewma ger serokatî azad bibe wê jin jî azad bibe.

Di van demên dawîn de qada navneteweyî rastî binpêkirinên eşkere yên li dijî jinan tê.

Li Afganîstanê bi dehan jin ji bo xwe ji zextan rizgar bikin xwe dikujin û li Başûrê Kurdistanê jî dengên ragihandina azad ji aliyê dagirkeriyê û hevkarên wê ve tên qetilkirin.