MSD’Ê JI BO HEWILDANÊN NÊZÎKATIYA ŞAM Û ENQERÊ PANÊLEK LIDARXIST
Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi navê “Nêzîkbûna Tirkî – Sûrî, encam û armanc” li hola civînan a navenda MSD’ê ya kantona Reqayê panelek li dar xist.
Di panelê de endamên nivîsgehê, Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê, Partiya Çep a Kurd, Partiya Avakirin û Pêşxistinê, Partiya Muhafizîn û Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn.
mijara yekemîn a panelê bi navê “encam û armanc ji aliyê lêkoler û nivîskarê rojnameya El Şerq El Ewset, Îsmaîl El Xalid ve hate birêvebirin.
Mijara duyemîn ji aliyê hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad a Reqayê Hisên Osman ve hat nîqaşkirin.
Di dawiya panelê de endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê got: “Heta niha tu nêzîkbûn di navbera herdu aliyan de tune ye û armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina projeya nenavendî ya Rêveberiya Xweserye.