Kanala ROJAVA TV

LI KANTONA EFRÎN Û ŞEHBA ÊRÎŞÊN LI SER ROJNAMEVANAN HAT ŞERMEZAR KIRIN

ELÎF MIHEMED - HEVSEROKA ŞAREDARIYA EFRÎN Û ŞEHBA

Tevgerên jinan li Kantona Efrîn û Şehba bi xwepêşandaneke girseyê êrişa dewleta Tirk ya li dijî rojnamevanên jin li Silênamiya başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

xwepêşandanê li bajarokê Ehdasê yê Şehbayê bi dirûşma “Hûn nikarin heqîqetê tarî bikin, ne bi xiyanetê û ne jî bi hedefgirtina jinan” û bi beşdariya bi sedan jinên Efrînê, Şehba, endamên Kongra Star, jinên di saziyên Rêveberiya Xweser bi rêve çû.

xwepêşandêran pankartên “Hedefgirtina jinên rojnamevan tirsa dijmin îfade dike”, “Na ji xiyanetê re, na ji terora dewleta Tirk re” rakirin.

di xwepêşandanê de li ser navê kongra star û Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Efrîn û Şehba hat kirin û têde soza berxwedana xwe nû kirin û tekez kirin ew ê tola şehîdên xwe rakin.